LI KAFEYÊ – MIXAYÎL BÛLGAKOV.

Li kafeyekî kevin.
Erd di nav herîyê da. Dûmana ku ji cixareyan dertê… Kursiyên qirêjgirtî.
Çend esker, çend jin û gelek mirovên sivîl.
Li ser dikê piyano, vîyolansel û keman li hin tiştan dixin.
Di navbera masan da diborim û li ciyek rûdinim. Li ber masê jinek bi berpêşik disekinê û bi awirên pirsîyarî li min dinêre.
-Hinek maqûl be, îskanek çay û du serî pîrojke(borek, kilor)bide.
Jinik ji ber çavan winda dibe, paşê vedigere, mîna ku ji min ra heqiyek dike, İskana çayê û tasa bi du pirojkê bi tundî li ber min datîne.
Li îskanê dinerim.
Şileyek e ku qet namîne çayê.
Zer û şilû.
Bi kevçiyê diceribînim.
Kel e, hinek şirîn, hinek tel.
Cixare dikşînim û li milet dinerim.
Li tenişta masa min komek bi teqereq rûdine: du mêrên sivîl, û jinek.
Jinik fistanek xweş lê ye, xişexiş dike. Sivîlên mêr gelek maqûl dixwîyên: dirêj xurt. Di temenê eskerîyê da ne. Cilên xweşik li wan e.
Li ser masê li ber wan tasek bi pîrojkan û sê îskan kahweyê “Varşova” heye.
Dest bi xeberdanê dikin.
Tê sekirin:
-Rostov… dibe ku bihesibîne… almanan… Çinan.. panik.. çekdarên wan heye…sed hezar siwarî …
Û disa:
-Rostov… panik… Rostov… siwarî…
-Ev qet ne başe. Got jinikê. Lê xuya dike ku ne xema wê ye sed hezar siwarî û çekdar.
Lê botê çermî her pistepist dike.
Fantaziya min dest bi lîstikê dike.
Qet çi dibû mina di çîrokan da sihra min hebuya, li ser van hemu welatiyan hêzek min hebuya.
Wey, xwedê dê çiqas xweş buya!
Ezê li vir, li kafeye rabûma, ber bi camêrê çermebotî re biçûma, û bigota:
-Bi min ra were!
-Bi ku da?- Camêr şaşmayî bipirsiya.
-Min sekiriye ku tu ji Rostov aciz bûyî, bolşevîkên me tu aciz kirine.
-Tu bi vî serbilindî.
-Bi min ra were. Ezê derfeta qeydê zû bidim te. Li wê dê tafilî tiving bidin te û dê bibî serbazê çepere. Li wir tu dikarî ji hemû Bolşevîkên ku tu jê heznakî, heyfa xwe hildî.
Xeyal dikim, pişte van gotinan ew camêr dê çi bike. Dê wê deqîqeyê ken li rû winda bibe û qeta pîrojkê dê di qirikê da bimînê.
Dê hinek xwe bide hev û piste pistê pê bikeve.
Ji vî tevgerên wî yê hevnegirtî , ji rûyê wî yê geş û sorbûyî dê diyar buya ku berê hertiştî dîmen xapînok e.
Wisa dixwîyê, ev mêrikê rûçîçek ê neletî nexweş e; hem jî bi awayekî bê hevî, bê derman, bê veheran nexweş ketiye. Dilê wî bi derewîn, êşeke bê elem ya serî… Tene bi mûcizeyê meriv dikare safî bike ku çawa ew li vir pîrojkê dixwe lê ne di bin erdê da ye û kurm wî naxwin.
Û ji xwe hevditina wî bi bijişk ra heye.
-ew ne tişteke. – min ê ji dil bigota. – Ê min şahîdê min bixwe hene him jî ne yek e, sê kes in. Û hûn dibinin ku ez mecbûr im vî paltoyê îngilizi li xwe dikim. (ji xwe qet germ jî nagire) û gerek her deqîqe amade bin ku gazî we bikin ji bo eskeriyê. Nelet li wan şahidan be. Êdî ne di rûyê wan da ye. We xwe bixwe xistiye vê halê…
-Îcar wezîfeya parastina çeper gazî we dike. Ji vî pêştir dê çi bibûya…
Li vir camêr dê ji ber heraretê bileriziya. Dê hewl bida ku îspat bike ku ji xwe ew di bin qeydê da ye, dixebite ku van deran biparêze.
-dibe meriv pesnê xwe bide ku di bin qeydê da ne? – min ê bigota. -Zehmet e çawa bejin…. Li vir bûn û çûna li çeper eynî tişt e. Îcar parastina çeper wezifa we ye.
Parastina çeper we eleqeder dike ku hûn… çawa bêjim… hûn şaş in, ne wisan e. Parastina çeper û li vir eynî tişt nîn e.
Bi hemû aliyan û tiştan ve xuya dike ku hûn hemû ji bo bêrika xwe dixebitin ku bi pere çare tijî bikin. Eva yek e. Ya duyem: Hûn dixebitin ku ji hundir ve welat xera bikin. Li qehwan û sinemayan digerin çiroka xwe ya derewîn ji her kesî ra dibêjin û tirsa dile xwe diçînin nav xelqê. Hûn jî qebûl bikin ku parastina bi vî şeklî pirtir tu tişt tine. Na ev kar qetiyen li gor we nîn e. Tiştê ku divê hûn bikin çûna ber bi çeperê ye.

Mîxayîl Bûlgakov

Paşê dê camêr pîpetê bixê deve xwe û beje, imtiyaza min heye( yan lawek jinekî rehmetî ye yan jî tiştek wisan) û dawiya dawî nedizanî çekê bigrê deste xwe jî.
-Ji bo xwedê – min ê bigota. – ji min ra behsa muafiyete nekin. Disa dibêjim, niha dora vê yekê nîn e.
Wexta ku bivê çek bigirin yên din tu tiştek muhîm nîn e. Bawer bikin di dinyayê da ji hînbuna û bikaranîna çekan hêsantir tiştek tune. Evî ji ber tecrûbeyên xwe dibêjim. Wextê gazî eskeriyê bikin tu dikarî çi bikî. Min jî eskerî nekiriye lê ez mecbûr im bikim… bawer bikin şer û felaketên wê qet ne xema min e. Lê çi bikim ez jî zêde di vî warî de ne baş im lê mecbûr im hîn bibim.
Ez jî dikarim ku ez ji we bêhtir ji jiyanek aram hezdikim: ji sinemayê, dîvanekê rehet, qehweyên Varoşvayê… lê mixabin, ez ji van jî qet zewq hilnadim.
Ji beşdarbûna şerê pêştir qet ne alternatîfa min ne jî ya we ye, heye… hûnê bibinin dê çi bibe.
Mine wiha bigota lê mixabin ew camêrê çermebotî dê disa jî qanî nebuya. Ewê dest bi piste pistê bikira û dawî da dê eşkere bikira ku naxwaze… nikare, hêvî jî nake ku biçe şêr.
-lê wê çaxê tuyê kêrî bi tu tişt nayî. –minê bigota.- ez nikarim te qanî bikim lê tenê tu mecbûrî li gor rewşê tevbigerî.
Û kesên ku ferman tîne cî re. ( Di xeyalê xwe da ez wana mîna elementên pêdivî tesvîr dikim.) min ê ji mêrikê mirî re( mêrikê nexweş) bigota:
-Wî camêrê biherin bal serbazê eskeriyê.
Gava min camêrê çermebotî helkir. Dê dor bihata yên din. Lê min xwe wisa li sohbete wisa gerim bikira ku miletê kafeye yeko yeko biçûna kafe terk bikirina…
…………
Bi denge mûzîkê tango destpê dike. Ez ji nav xeyalên kur dertêm têm ser hemdê xwe.
Teqereqa derîyê kafeyê bû
Mirov hê li kafeye hebûn. Camêrek bi kevçîyan ketibû ser xwarinê û hê jî dixwast.
Min bîst û heft ruble da kasê di navbera maseyan ra derketim.

Ji Rûsî: Aysel Tabak

*Ev çîrok di sala 1920an da di “Rojnameya Kafkasê” da weşîyaye.

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın