LI SER APÊ MIN CEMŞÎD XAN – H. Ronak

Di romanên kurdî da bingeha mijarên sereke: perçebûna welêt û şikestekên sîyasî ne. Mijar çi dibin bila bibin, koka mijarê her tim ji çavkanîya perçebûnê/bêdewletbûnê vedixwe yanî rewşa kurdan a kambax bandoreke mezin li romanên kurdî dike. Rasterast ev rewş di romanan da neyê vegotin jî meriv bandora vê rewşa xerab li ser lehengan dibîne/dixwîne. Lehengên derûnîya wan birîndar/şikestî û mekanên xerab, gundên vala, kurdên li xurbetê û bi gelek tiştên din meriv têdigihêje ji vê rewşa perçe û perîşan. Wek gelek nivîskarên kurd Bextiyar Elî jî xîmê romanên xwe li ser vê rewşê ava dike. Lê ew di romanên xwe da vê rewşê bi awayekî ne ji rêzê berbiçav dike xwendevanên xwe di rêyên cuda ra digihîne armancê. Mijar heman mijar e her kurd pê dizane lê Elî vê meseleyê bi şeklekî deresirûştî vedibêje û me bi mijarê ve girê dide, di rêyên cihê ra me derdixe rêwîtîyeke dûrûdirêj û biêş. Elî di romana xwe “Apê Min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li xwe dibir” da jî li ser vê pirsgirêkê me noqî nava cîhaneke biefsûn dike û bi peyvên xwe yên efsûnî vê rewşa kambax ji me ra vedibêje…

Romana “APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR” di 2010an da bi soranî çap dibe û di sala 2012an da jî wergera wê ya ji aliyê Besam Mistefa ve tê kirin bi etîketa weşanxaneya Avestayê derdikeve. Çapa diduyan jî 2015an da çap dibe. Roman ji 128 rûpel e û tevî destpêka wê ji heşt beşan pêk tê.

Bextiyar Elî

Cemşîd Xan di sala 1979 di hevdeh saliya xwe da ji ber fikrên xwe yên sîyasî ango komunîstîya xwe, ji aliyê Be’sîyan ve tê girtin, di girtîgehê da ji ber şikenceyê lawaz dibe giranîya bedena xwe ya sirûştî winda dike. Rojeke li girtîgeheke Kerkukê bayekî bi hêz radibe û Cemşîd difirîne ji zindanê xelas dike.
Her ketina Cemşîd a ji esmana tenê ji xencî kurdîya wî tu tiştî di bîra wî da nahêle. Cemşîdê xelas dibe ji aliyê malbata xwe ve tê veşartin û li gundê wan ê valakirî dimîne, li vir birazîyên wî Salar û Smayîl jê ra hevrêtîyê dikin.
Ev qabiliyeta wî ya firînê Cemşîd rastî kesên cihê tîne û li mekanên cihê digerîne.
Meriv dikare bibêje mijara romanê ev e: lawazbûna bedena Cemşîd a dibe sedema jiyana wî ya tevlihev.

Roman bi bûyereke ecêb destpê dike. Bayê Cemşîd Xan difirîne jê ra deriyê jiyaneke enteresan vedike. Roman bûyerên derasayî bi rastîyên Kurdistanê ve girêdide û pêşkêşî xwendevanan dike lê tiştê ecêb ew e; em vê rewşa derasayî dihebînin, her wek em wan tiştan dijîn û dibînin di jiyana xwe da. Ziman û vegotina romanê xwendevanan noqî nava xwe dike û nahêle ji romanê dûr bikeve, her rûpelên ku diqulibin bêtir balkêş e û zêdetir bandor dihêle li ser meriv…
Romana ji devê Salarê birazî yê Cemşîd Xan tê vegotin, ji beşa destpêkê heta dawiya romanê bi awayekî eşkere em bûyeran ji Salar dibihîzin. Salar şahidê van bûyerên derasayî ne him yên bi çavên xwe dîtîye ji me ra vedibêje him jî ew bûyerên ji kesên din bihîstîye digihîne xwendewanan. Salar gelek tiştên ku dibihîze bawer nake pê ra jî xwendevanan dixe şikê lê gava bi çavê ser xwe dibîne bi awayê vegotina xwe ya zelal û eşkere û fehmbar xwendevanan jî bi bûyeran dide bawer kirin. “… apê te Cemşîd herdem û li her cihekî be hewcedarî we ye, nabe hûn ti xemsariyê di xizmetkirin û hevkariya wî de nîşan bidin, çikû ew bûye zilamekî lawaz ku ba herdem wî bi xwe re dibe.” (r.15)Salar bi van gotinên bavê xwe bawer nake Cemşîd li ber bayê difire. “Min pêşî bawer nedikir ku ba dikare Cemşîd xan bifirîne”(r.20)

Her cara ba radibe xwesteka firînê Cemşîd dagir dike lê ev xwestek tramvaya xwe jibîrkirinê jî bi xwe ra tîne. Her ketin ku her tiştî ji bîr dike tenê kurdbûna xwe ji bîr nake. Gava meriv piçekî bide hişê xwe li ser rewşa kurdan bifikire; kurd her çi bikin jî, çi bidest bixin jî dema dibin kurd her tişt ji destê wan diçe tenê tiştê ku dimîne Kurdbûn û xwesteka vegera welêt e. “Ba carna wî dibe deryayê û carna tîne ser erdê, qet rastî bablîsokeke wiha dîn nayê ku wî hilgire û bibe niştiman.”(r.97)

Bextiyar Elî, Avesta, 2015, Stenbol

Meriv li mekanên romanê binêre ew jî têkildarî rewşa Kurdan e, romana ku ji Kerkûkê destpê dike li gelek cihên Kurdistanê didome em li vir timî rastî şer tên, şerê di navbera du dagirkerên Kurdistanê Iraq û Îranê da ku em di vî şerî da Cemşîd Xan jî weke çekeke taybet tê bi kar anîn; Be’sî di şer da dema ba hebe Cemşîd ji bo cihên artêşa Îranê û derheqê artêşê da agahîyan bi dest bixin bi kar tînin. Li aliyê din Cemşîd tevî refên gerîla dibe li hemberî Romê alîkariya wan dike. Derbasî tirkiyê dibe di navbera dewletên Balkanan û tirkiyê da qacaxîya însanan dike. Û bi saya bê li gelek deveran digere… Em dibînin ku li di welat da şer heye dîsa gelek kes jê direvin, şerê dagirkeran li welat diqewime. Kurdên ji welêt direvin li ser rûyê dinyayê berbelav dibin… Cemşîd Xan cihên ku diçe rastî Kurdan bi piranî ew jî penaber in.
Dem 30 salên dawî yên di dîroka Kurdan a nêzîk da xwedîyê gelek şikestekane. Di romanê da dem firehe û bûyer li gelek mekanan diqewimin.

Meriv li ser mijar û bûyerên romanê difikire, dibîne ku çavkanîya hûnandina romanê rewşa Kurdan a kambax e. Li her çar perçeyên welêt bindest e, dagirker li welêt bi her awayî zilm û zorê dikin. Zilma kurd li hev dikin, şerên wan ên navxweyî û malkambaxî… Roman li hemberî dagirkeran berxwedaneke/bertekeke xurt e! Lê ji bo sîyaseta Kurdan jî rexneyeke xurt û di cî da ye! Sivikbûna Cemşîd hewcedarîya wî ya bi werîsekî û bayê rexneyeke li tevger û rêxistinên kurdî yên ku ji sirûştî û xwebûnê dûrketine. Belkî trawmaya kurdan ya herî mezin ev be: îdeolojîyên xwe ne adapteyê welatê xwe kirin, pirranî xwestin welatê xwe adapteyê îdeolojiyên xwe bikin. “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” rexneyeke sîyasî û helwesteke tund e li hemberî helperestî û hizbperestîyê.

Armanca romanê ne ew e aqil bide kesî tenê dixwaze rewşa kambax nîşan bike.
Meriv dikare bi gelek awayî şîrove bike romanê.
Mijara romanê hê rojane ye û zindî ye û bi hunerê hatiye kemilîn ev jî romanê qîmetir dike.

Bi hêviya siyaseta kurdan li çar aliyê welêt bi gavên xurt bimeşe û eger firîna wê hebe jî ne hewceyî ba û werîsan be.

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın