LI SER HEFT WÊNEY RÛTÎ JINÎ CENABÎ WEZÎR – Lawê Perîxanê

Heft Wêneyî Rûtî Jinî Cenebî Wezîr
Pirtûka Ferhad Pirbal e û Çetoyê Zêdo ji soranî wergerandiye kurmancî.

Ebû Ubeydeyî Xedam û şeş hevalê xwe di haman şevê de heman xewnê dibînin, di xewna xwe da jinek dinan zer, çav kesk û por mesudayî di bajarekî xweş da li gel wa ye.

Her heft heval lixwe mikur tên û xewna xwe ji hev re dibêjin. Dirabin di rûnin dibê em rabin vê xewna xwe ye efsaneyî pêk bînin. Her şeş heval jî bazirganin-qodeman.
“Mane her heft jî bazirgan in û biqasî fileha mal û milkê wa heye.”
Her heft heval dirabin, ku şarê di xewna xwe da avabikin, li çoleke ereb a(li Dubaî).
Wezîfa Xedam jî ev e: wê jina levhatî ku hişê wa ji serê wa birbû, ê bibînê. Di rabê bidiya dikevê.

Ferhadê me jî li Moskow xwendina doktorayê dikê. Di ber xwe ra jî, ji bo mesrefên xwe li restorantekê portreyên mişteriyan çêdikê.
Şevekê Xaddam û Ferhadê me li wê restoranta go her şev Ferhad lê portre çêdikirin, li rasta hevtên. Xaddam portreyekî xwe bi Ferhad didê çêkirin, bi ser de jî perekî zêdeyî heqdesta wî didiyê.
Her du çîroka xwe ji hevdû re dibêjin, Ferhad kurd e, Xeddam jî ereb. Bêka kîjan sebebê lingê herdukan aniye vê restonta li Moskow?

Xeddam dibê Ferhad welle ez li wê jina; çavkesk, dinan zirav û por medusayî digerim. Û hal û meselê me ev e xewna me halo û halo û halo bû….
Xaddam dibê heyrik, ne ez dizanim bi Ruskî ne jî jinên vî welatî dizanin bi Erebî.. hewara xwe dighênê ber destê Ferhad. Dibê heyra bê heqê te çi ye ez ê dime te tu wergerê ji min re bike. Ji bo têkîliya û danûstandinên wiye bi xelkê bajêr ra dêynê.
Fehad dibê çima nebê, ser seran û herdû çavan. Li hesabê Ferhad jî tê, quruşekî zêde jî ji bo Ferhad baş e.

Ê Xaddam jî perre ji berîkan dirjin erdê..
Demekê Ferhad bi awayekî fermî karê Xeddame ê wergerê dikê û hem pêre dibê nîheval. Hima bêje her şev i hev re diçin bar û restorant û cilapê herî bihadar. Bi jin û hevaldoşkê herî xweşik û sexsî re dirazin û dirabin. Her wekî dî bê çi kutilka belawela dikin. Axir çend meha bi vî awayî bi hevre derbas dikin, Xaddam li wê jina di xewna xwe de digerê bi vî awayî!!

Rojekê ji rojên xwedê ji nişkave zingelorka telefona Ferhadê me lêdixê. Çi bibihîzê qence? A li telefonê xistî Margiret e, ji Fransa hatiye Moskow bo werê ligel Ferhad. Sprîzek e ev ji bo Ferhad .

Ferhad Pîrbal

Margiret jî wekî Ferhad teza doktorayê amada dike. Teza Margiret jî li ser “civaka ewrûpa û têkiliyên zengînên rojhilat û qîzên ji bo pera bi mêra re dirabin û dirûnin” e. Em bi kurtasî bêjin li ser bazarkirna laşê jinê ye!! Jina Ewrûpî ye go xwe difioşê mêrkê zêngîn î Rojhilatî!
Piştî Margiret tê Moskow Ferhad û Margiret li hev germ dibin. Hîsên xwe ye evîndariyê hino hino nîşanî hevdû didin. Taliya talî nikarin zimanê xwe û dilketîna xwe ji hev re eşkere dikin. Bes têkiliya ke ne wekî du xortê evîndar bi hevre tevdigerin. Bi şewazekî dî li evîndarî û zewacê diberin. Mahr û zewacê tenê wekî fermanekî dibînin û hew.

Şevekê dîsa Xaddam û Ferhad ligel hev divexwin û hwd.
Xeddam ji Ferhad sial dikê bê ma gelo xwoşewîsta wî heye?
Li ser jin û xwoşewistî û zewacê fikrê xwe ji hev du ra dibêjin. Û axir ji xwe re xeber didin.
Xedam dibê heke tu şîyenî niye min divê: te û xwoşewîsta te vexwînim pêşengeheke wêneyan.
Piştî demekê Ferhad, Margiret û Xeddam li pêşengeha wêneya têne cem hevdû.
Di vê pêşengehê de pênceh wêneyên çavan hene. Tenê çavê jineke di di çarşeveke reş de.

Dinav civata li ser linga Xeddam û Margiret dikevin sohbeteke kur û dûr da. Beyî Ferhad Margiret bidê nasîn. Margiret li wêneyê Xedam matmayî dimînî, dibê heyrana hunermendiya re dibê: huner û estetîka Xeddam zor ciwan e, rihekî vî zilamî î şaîrane heye.
Xeddam dibêjê Magiret çavê te jî ne kêmî van çavê di wêneya da ne! Heke destûra te hebê ez dixwazim pêşenehekê ji bo çavê te ye delalî jî vekim?
Margiret matmayî dimîne, pir kêfxweş dibe. Di wê kêliyê da, Ferhad soro moro dibe, xwê dixwê avê na vexwê . Hîsseke tirsnak diniqutê dilê Ferhad. Xofek dikevê nava Ferhad, di tirsê Xeddam Margiret ji bo kêfaxweye cinsî bikê xilacek. Her çiqas Ferhad rast û rê vê tirs û xofa xwe ji xwoşewîsa te xwe re eşkere ne bêjêjî. Xwe nexweş dikê pêre. Margiret dibê qê Ferhad ji eksa xwe wilo bimin re tevdigere.

Derdikeve meydanê wexta wextekî Margiret û Ferhad bi hevdû ra liser jin, mêranî yê dipeyivin; Ferhad qala tekiliyeke xwe ye bi jineke ra kiribû. Dema li Bêrûdê Ferhad xwendevan e, bi jineke zewicî re dirazê û car carn wêneyê wê ye rût dikişêne. Heft wêneyê wê jinê hê î li cem Ferhad in gava ti nabê.
Ferhad êdî ji Xeddam bi guman e û ji xewna go bahs dikir jî .

Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabê Wezîr, Avesta, 2014, Stenbol


Axirê vir de wê de Ferhad fêm dike mesele çiye. Ferhadê me û Xeddam dikevine qirka hevdû de. Ferhad dibê ez ê nehêlim tu hevala min bi bikê xulam zewq kêfa xwe!!
Ferhad û Xeddam hevdû sero bino dikin. Xeddam armanca bes karê veşêre, êdî bi eşkereyî ji Ferhad ra dibêje, ez zanim çi çi ye. Daxwaza heft wêneyê rûtî jina xwe dikê. Ferhad dişelişe û di tirsê dinava xwe da dibê: ” ev çi gunikreş derket”!!

Xeddam dibê bi şertê tu wêneyan bidê min ez ê bala xwe ji te vekim.
— wêne ji min re Margireta te ji te re!
Ferhad nizanê çi bikê.
Axir kelam mecbûrî li hev dikin. Her çiqas pirsên pê bersiv diserê Ferhad da mabin jî.Xeddam kî ye? Çîroka wî, bi jina go Ferhad pêra razayî û wêneyê wê girtine re çi ye?
Jina wêneyê wê rût kişandî, çi wê bi wezîr re hate?
Gelo ev ê komplona li wezîrê mêrê kelsuma bikê?
Piştî Ferhad wêneyê di destê xwe da didê Xeddam, Xeddamê gewr rast û rê berê xwe didê balafirgehê. Ferhad û Margiret li tenîşta hevdû rûniştine lixwe mikurtên, di ponijim .
Teq telefona Margiret lêdixê.
Xeddam e.
Dibê çi?
Margiret sor û şîn dibe û dibê (zimanê wê nagerrê)
Dibê çi?
Dibê, dib.. ê , Ez cenabê wezîr im… Xeddam!
“Heta tu serê heqîqetê nebirî ew nayê dîtin.”(r.91)

Wergera ji soranî bo kurmancî ve wergereke henûn û edebî bû. Zimanê wergara pirtûkê zimanekî nerm û xweş bû. Ne wekî hin wergerên dî em bêjin dibin bandora zimanên cuda cuda me ye. Bi kurt û kurmancî vegotin bi kurmanciya xwezayî bû. Bêhna kurmanciyê jê dihat, ne wekî hin berhama wexta tu hin hevokna ji wa dixwînê tiştekî jê fêm nakî.

Di pirtûkê de bi awayekî em helwasta mera li hemberî jina çawa ye em dibînin, bê çawa hin mêr, bi çavê objeyeke sexsê tenê li jinê dimeyzênin. Di haman demê de jina dinava burqa de hatiye asêkrin, qîma xwe bi wê çarşefa reş nayê û bi dilê xwe diçê bimêrekî dî re dirabê û dirûnê. Ji alîkêve jin her çiqas hatibê çikusandin jî a dilê xwe dikê. Çawa ku em dibin wexta derfet çê dibê jin wî burqayî dikin qet û met. Nivkar hêma-îmgeyeke wisî di mêjiyê xwênerê xwe de di afirênê. Di haman demê de di ser Margiret re Ferhad bê helwasta jineke zana divê çawa be, bi me didê pênasekirin.
Çaw ku pêşengehek li ser çavê jinekê dikarî werê vekirin lê dîsa jî ew jin li meydanê nîne, ê li ser çavê jinê nan dixwe dîsa dibê mêr ê serdest.
Dîsa serleheng Ferhad î bê cih û bê war e. Lê dîsa fikr û bala wî li ser kurd bûna wî ye, wexta ku bi jineke tirk, ecem, ereb re dirazê( di kutê wa da) wekî heyf hilandinekê ji me re qal dikê. Ew bê rumetkirina jina kuserdest e,(a ecem tirk, erbe) wekî heyfhilanê dibênê. Û bi vê yekê ser bilin e. Ev jî biya min cihê nîqaşê ye. Roman balê dikêşe ser rewşa welat a ku li ser Ferhad bandor kiriye, bi vê rewşê ra qedera jina ya li rojhilatanavîn jî tîne pêşberî me. Romaneke ecêb e û merivan di nava fikirîneke bi êş da dihêle.

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın