HÊLÎN Û HÊVÎYA MAHMUT BAKSİ – Selamî Baran

Ez dixwazim di serî da bibejim ku armanca vê nivîsê danasina Mahmûd Baksî û romana wî Hêlîn e, ne rexne kirin e.
Romana Hêlîn di sala 1983an da li Swêdê bi zimanê Swêdî û di sala 1984an da jî bi Kurdî li Swêdê tê çapkirin.
Hêlîn bi şevaza bildungsroman hatîye nivîsîn û ez şaş nizanibim ku heta vê salê jî di wêjeya kurdîya nûjen de bi vê şevazê romanek nehatîye nivîsîn.
Jixwe di wêjeya kurdî de heta salên 80yan hêjmara romanên ku hatîye çapkirin qasî tilîyen du destan e û jibilî ekola Kafkasyayê jî bi gelenperî hemû nivîskarên me qarekterên polîtîk in û armanc û xwesteka wan jî eve ku dengê kurdan bidin bîhîstîn.

Wateya peyva “Hêlîn”ê ya yekem her çiqas mala firindeyan be jî, nivîskar di destpêka romanê de tevsîra helînekî dike ku ji du rûpelan pek tê, em despêka romanê de tê digîhîjin ku hêlîn xanîye, hêlîn mal e, hêlîn war e, hêlîn welat e, hêlîn Kurdîstan e.
Ji bilî vê tevsîrê jî di pirtûkê de tevsîren xurt hene, nivîskar di rûpela 77an de tevsîra Deşta heranê dike ku ez tama wan tevsîran jî xwandevanên hê pirtûkê nexwandine re bihêlim.

Hêlîn lehengê serekeyê romanê ye û vebêjerê pirtûkê jî bixwe ye.
Çîroka Hêlîn hê di zikê dayîka xwede destpêdike û heta dibistana seratayî berdevam dike.
Di vê berhemê de nivîskar neynîkê dide ber civakê û dibêje de li rewşa zarokan binêrin, ew ji zayînê û heta cîvanîya xwe çiqas bêparêzî û destvalane, bibînin. Pirsgirekên cîvakî, pirsgirekên aborî, koçber bûn û şer çawa xirabîyên herî mezin dide zarokan, dixwaze em bibînin. Nakokîyên cîvakê bi hostatî pêşberî xwandevanan dike.
Di cîvaka me kurdan da pirsgirêkeke din jî cudahî dîtina keç û lawan e.
Bi rastî jî gava gotin tê ser vê mijarê hemû mezinên me dibêjin law û keç yek in, em di navbera wan de tu cûdahî nabînîn, lê di pratîkê de rewş qet wer nîne, bûyera sinetê tenê bi serê xwe mînakek balkeş e, hewce nake ku em wan bûyerên tramvatîk yek bi yek bijmêrin lê belê ev mesele û bûyerên trawmatîk di derûnîya zarokan de şûna xwe digirin û bandor li qerekterê wan dikin.

Mahmut Baksi


Nivîskar vê meseleyê wiha tîne ziman; Hêlîn rojek ji rojan bi dengê def û zirneyan hişyar dibe û fam dike ku roja sineta Azad e, ji bona wî pez tên serjêkirin, goved tê gerandin, mezinan yek bi yek rûyê wî maç dikin û kefa wî tînîn, Hêlîn wiha dibê “Ne tenê gundîyên me hemû aqrebe û nasên me jî hatîbûn. Kêfa bavo pir li cî bû. Şûr simbêlê wî nedibirî. Îro roja sineta Azad bû. Ew qas heytehol, ew qas goved û mesref ji bona çûçikê Azad bû…”
“Ez dîsa wekî her rojan bêkes bûm. Kirasê min kevn bû. Qet nebe kesî çiqullatek jî neda min.” (r.17)
“Ez heta sax bim li dinyayê, ez ê vê rojê ji bîr nekim. Ji hêsûdîyê ava reş ketibû çavîn min. Min ji nişkê ve derpîyê xwe ji xwe kir û xwe avêt ser doşekê û ez girîyam;

  • Min jî sinet bikin! -Min gote wan. -Ez jî dixwazim sinet bibim.” (r.18)
    Nivîskar bi şevazekî trajîkomîk rewşa keçan radixe holê û civakê bi rexneyên tûj rexne dike.

Pirsgirekek cîvakî jî ewe ku hin malbatên me kurdan naxwazin zarok têra xwe bixwînin û bibin zana, tenê xwandin û nivîsandinê bizanin bes.
Dixwazin ku bila kêç kar û barên malê hinbibin, law jî çandin û çinandina merg û zevîyan hîn bibin û bibin şivanên hosta.
Nivîskar di berhemê da vê pêşverûtîyê dîsa bi jîyana du lehengên zarok, du hevalên Hêlînê Emo û Salo digire dest û tema ya berhemê dewlemen dike.
” Bavê Emoyê tim digot;

  • Divê Emo kar û barên malê bike. Dibistan ne cîyê wê ye. Îro sibêyê em e wê bidin mêr. A baş ewe ku Emo hinî çêkirina xwarinê bibe. Zikê birçî bi xwandinê têr nabe.”( r.30)
    Salo cîvanêkî 16 salîye û dikander e, bavê wî jî meleyê gund e. Hêlîn jî wekî hemû zarokên gund xwazîya xwe bi Salo tîne û jê re dibêje;
  • Kêf kêfa te ye Salo, gava ez mezin bibim ez ê jî xwe re dikanîkê vekim.
  • Salo kenîya û got; ji xwandinê çetir tiştek tine ye Hêlîn. Ez dixwazim bixwînim lê bavo nahêle.
  • Bavê min dibêje, ên ku diçin dibistanê dibin hevalê şeytên. Lê disajî bavo ez şandim dibistanê. Tu dizanî çima? Ji bo berjevandîya xwe a ferdî. Ji ber ku bêyî xwandina Latînî merîv nikare biçe bajêr û ji dikanê re tiştan bikire. Ji bo pereyan bavo tavilê xwe dike hevalê şeytên.”

Emo jî wekî Salo ji Hêlîn du sê sal mezin e û keçêk sêwî ye.
Hemû kar û barên malê ew çedike, dan û standina wê jî bi Hêlînê re baş e. Rojekî Emo, Hêlînê ji tev xwe dibe mala mele ji bo ferbûna quranê.
Mele dersê dide lawan û jina wî jî dersê dide keçan. Hêlîn piştî çûyîna mala mele fîkrû ramanê xwe wûha tîne ziman;
Piştî wê rojê edî neçûm dersa quranê. Min ji xwandina quranê tiştek fam nedikir. Quran bi Erebî hatîbû nivîsandin, ew jî wekî Tirkî zimanekî biyanî bû, ez wisa bawer dikim zarokan jî tiştek jê fam nedikir. Jina mele digot; “ên ku quran nexwandibin, roja qiyametê wê çawên wan kor bibe û di cehenemê de wê bişewitin. Melekên Xwadê, ên ku tên hesaban dipirsin ji Erebî pê ve bi tu zimanî nizanin”
Ji tirs agir û korbûnê xelkê zarokên xwe dişandin mala mele û mizgeftê. Tirsa şewatê ketîbû dilê wan.”

Hêlîn jî wekî her zarokên kurd heta destpêka dibistanê zimanê Tirkî nizanê û di dibistanê de gelek zor û zehmetan dikişîne, bavê wê mamosteyê gund e, rojekî ji bavê xwe dipirse;

  • Bavo em çima bi zimanî xwe dersê nabînin? Ji bo çi pirtûkê Kurdî tune ne? Bav bersivê dide, dibêje
  • Zimanê me qedexe ye keça min. Em kurdin. Ji bîr neke.

Zimanê berhemê herîkbar e û nezî axaftina rojanê hatîye nivîsîn.
Hîn çewtîyên çapxaneyê jî hene û em ê çapxaneyê agahdar bikin.

Hêlîn, Lîs, Diyarbekir

Mahmut Baksî di sala 1944an de li bajarê Êlîhê di gundekî Xerzan de tê dinê. Berî ku xwandina xwe ya “Dicle Ogertmen Okulu” biqedîne dev ji xwandinê berdide û di Êlîhê de dest bi rojnamegerîyê dike, nivîsan dinivîse. Di sala 1968an de, dibe serokê TİP’ê (Partîya Karkeran a Tirkîyeyê) a Êlîhê. Di navbera salên 1968-70an de di sendîkayê DİSK’ê de sendîkavanîyê dike.
Mahmut Baksi ji bo vê kare xwe di hevpeyvînekî de wûha dibêje; di sala 1968-70′ yî de ez di DİSK’ê de berpirsîyarê sendîkayê bûm. Ji ber ku ez bi karkerên endamên DİSK’ê re bi kurdî dipeyîvîm, Kemal Türkler (serokê sendîkayê) îfadeya min stand û ez ji kar avêtim.
Her çiqas di wan salan da baya sosyalîzmê bandora xwe li cîvanan bike jî mixabin em dibînin ku heke mirov kurdewar be rewş naguhere û mîrov para xwe ji nîjadperestîyê digre.
Di sala 1969an de pirtûka wî ya yekem bi navê Mezra Botan di Stembolê de bi Tirkî çap dibe, paşê jî pirtûkekî wî bi navê Şadi Alkılıç Davası.2 çap dibe. ( Lütfullah Şadi Alkılıç, komûnîstekî Tirk e, ji ber gotarek wî şêş sal û sê mehe heps lê te birîn)
Di sala 1970an de derheqê Mahmut Baksi de ji zagona 141-142an doz vedibe û 15 sal ceza tê xwastin. Edî rê li ber wî tên girtin û derfeta di welat de mayîn namîne û ew bi rê û rebazên îllegal diçe Elmanyayê û ji vîr jî diçe Swêdê
Di Swêdê de hem zimanê Swêdî hîn dibe him jî gramera zimanê kurdî hîn dibe. Di destpekê de sê pirtûken xwe bi zimanê Swêdî dinivîse û di cîvaka Swêdê de xwe dide Nasîn û qabûlkirin, piştre jî bî zimanê zikmakî dest bi nivîsê dike.
Bi navê Zarokên Îhsan, Keça Kurd Zozan, Hêlîn, Gundikê Dono û di dawîyê de jî ji sedemen tendurîstîyê bi alîkarîya Salîhê Kevirbirî pirtûka xwe ya dawî Serhildana Mala Êlîyê Ûnis dinivîse.
Mamut Baksi di dawîya sala 2000î de diçe koça dawî.

Têbinî:
1 – Teyrikê Çemê Xerzan
Hevpeyvîn Firat Cewerî bî Mahmut Baksi re. Nudem jimar 2. 1992
Ev hevpeyvîn di dawîya pirtûka Mahmut Baksi “LAWIKÊ XERZΔ da jî çap bûye.
2 – Di destê min de sê pirtûkên nivîskar heye ku di her sê pirtûkan da jî navê pirtûkê Sadi Akkiliç hatîye nivîsandin lê ew nav çewt e navê pirtûkê Şadi Alkiliç Davası ye. Çewtîyekî din jî derheqê cezeya camêr de hatîye kirin, di her sê pirtûkan de gotine heft sal û nîv ceza, lê rastîya wê jî şeş sal û sê meheye. Divê çapxane wan çewtîyên xwe rast bike.

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın