BEDEW I – Anton Pavlovîç Çexov

I

Hê jî tê bîra min; wî çaxî di pola 5 an jî 6an da bûm, bi kalikê xwe ra ji gundê Balşoy Krepkoy, ku li herêma Donskoy bû, diçûm Don Rostovê. Ji meha Tebaxê rojeke fetisok û bieziyet bû. Ji germayî û ziwayîyê, ji herareta germ ku ewrên tozê dianîn ber me, çavên me dihatin girtin û devê me ziwa dibû; ne me dixwest li derdorê binere, ne jî xeber bide. Hetta wexta şifore çav-xew, Karpoyê Ukraynî bi qemçîya xwe şeqênî ji pişta hesp dianî û qemçî dihat li kasketa min diket li berê ranedibûm û min dengê xwe lê nedikir. Tenê, ji halê xwe yî nîv-razayî hatim ser xwe, bêhîs û mulayîm li derdorê nêrî: Gelo ez dikarim di nav vê tozê da gund bibînim? Ji bo ku hespan têr bikin, em li gundekî mezin ê Ermîyan ê bi navê Baxçî-Salax, li ba nasekî kalikê min, Ermenîyekî dewlemend sekinîn. Min di ‘emrê xwe da kesekî ku qasî vî Ermenîyî dişibe karîkaturan nedîtibû. Serekî qusandî û piçûk, bi birhên stûr û şeqitî, bi pozkuling, bi simbelekî dirêj û spî, bi devekî mezin ku tê da darikekî dirêj ê ji dara kîraza çekirî xeyal bikin; ev ser bi laşekî zirav, kov, di nav şed û bedeke eceb da va hatiye zeliqandin. Li ser wî cakêtekî sor î kinik û şalwarekî rengê şînê-vekirî hebû. Vî şexsîyetî, dema ku bi rê ve diçû çaqên xwe ji hev vediqetandin û papûçên xwe bi erdê ve dixirxirandin. Û dema ku xeber dida jî ew darikê di devê wî de ne xema wî bû û ji girambarîya Ermenîbûnê jî tawîz nedida: ne dikenî, çavên xwe bi baldarî nedivekirin, û heta ku ji destê wî dihat eleqeya xwe ji mêvanên xwe nedianî.
Di mala Ermenîyî da ne ba hebû, ne jî toz, lê nexweş, fetisok û acizker bû weke li ser step û rêyê. Tê bîra min; di nav tozê da, ji germê aciz bûyî, li quncikekê, li ser sendiqeke kesk rûdiniştim. Ji dîwarên neboyaxkirî ên darîn, ji mobîlya û parkeyan bêhna darê ziwa ên ji tavê şewitîne dihat. Li ku bînêrî, li her derî mêş, mêş, mêş… Kalikê min û Ermenî bi dengekî nizm behsa kar û bar û mêşinan dikirin… Min zanîbû ku amadebûna semawerê wê saeteke filan bigire, û kalikê min jî herî kem wê saeteke bikeve ber vexwarina çayê da û piştra jî wê ji bo du sê saeta xwe dirêj bike. Bi vî awayî çaryekê roja min bi li hêvîyê bûnê diçû. Paşê dîsa germ, toz û ew rêya xwahromahro. Min du dengên mirmirî dibihîstin. Weke ku ev Ermenî, dolaba tije firax, mêş, paceya ku tavê lê dabû zû ve li ber çavê min bin; di demeke gelekî dûr da ez ê ji dîtina wan xelas bûyama. Û nefretekî li hemberî stepan, tavê û mêşan ez zept kirim…
Pîrekeke pîr a di nav kirasekî da, di dest da tepsîkeke taximê çayê kete hundir, paşê jî semawer anî. Ermenî jî hêdîka, bi qevzên nermik kete hundir û dengê xwe bilind kir:
– Waaa Maşakê! Were, çayekî deyne ser êgir! Ev tu li ku yî? Maşakê!!
Dengê qevzên yekî ku zû zû dimeşiya hat bihîstin, û di nav kirasekî çîtî î spî da, li serê wê desmaleke spî keçikeke şazdeh salî kete hundir. Wexta avek li îskanên çayê diwerda û çay dadigirt pişta wê zîvirî min bû, min ferq kir ku noqeke zirav li sere bû, û dihat dîtin ku pantolê wê pehnîyên wê yên rût digirtin.

Xwediyê malê ez vexwendim çayê. Wexta derbasî maseyê bûm min li rûyê keçka ku çayê dirêjî min kir nêrî, ji nişka ve weke ku bayekî hînik li rihê min bide û bi xwe ra hemû diltengî û toza rojê bibe hîs kir. Min xetên bicazîbe yên rûyê wê ku çavan dibirîqînin dîtin, xetên ku mirov encex dikare di xewnan de dibine an jî xetên herî xweşik ku min heya niha dîtibûn. Ji xuleke pêşî va min fêm kiribû, bedewek disekinî li ber çavê min, weke birûskeke.
Ez dikarim sond bixwim ku Maşa an jî weke ku bavê wê bangî wê dike Maşakê, her çiqas nikaribim vê îspat bikim jî, bedeweke rastîn bû. Carna ‘ewr li asoyê bêserûber tên ba hev, û roja ku xwe piştî wan diveşêre, wan û esman bi rengên cûr bi cûr dixemilîne: xemrî, pirteqalî, renge zêr, pembe; ‘ewrek dişibe keşeyekî, yeke din dişibe masiyekê, yek dişibe Tirkekî bi şaşik. Çirûsk sêyekê esmên hembêz dike, li ser xaça dêrê dibiriqe û li ser paceyên qesrê. Ni nav nehre da dizeriqe û di golan da, li ser daran dilerize; dûr, li gelekî dûr, li hemberî zerîya rojê refên werdekan ber bi cihê ku wê şêva xwe lê bikin va difirin… Gavanekî ku çêlekan diçêrîne, pîvankarek di ereboka xwe da ji ser benda avê derbas dibe, û zilamên ku bi rê va diçin, hemû li zerîya rojê dinêrrin û dibêjin bi awayekî ecêb xweşik e, lê yek ji wan jî nizane û nikare bibêje ev bedewî ji ku tê?

Anton Pavlovîç Çexov

Keçika Ermenî ne tenê ber çavê min xweşik bû. Kalikê min, pîrê heştê salî û hişk ku li hemberî jina û xweşikîya xwezayê bêeleqedar bû, piştî bi xweşkayî, qasê deqqeyekî li rûyê Maşayê nêrî pirsî:

– Ev keça we ye, Avet Nazarîç?

– Erê, keça min….- got xwedîyê malê.

Kalikê min bi awayeke pesn dayîne:

– Wek şitleke rihanê ye, maşelleh.

Nîgarkêşekî bedewîya vê keçika Ermenî wek siruştî û liserêhûrbûyî nav dikir. Bedewîyeke wisa ku, li hev hatina porê, çavan, pozê, devî, stûyî, pêsîran û harmonîya hemû tevgerên laşê ciwan, harmoniyeke wisa ku xwezayê li serê xeletîyeke piçûk jî nekiribû. Meriv digo, ji bo ku mirov ji jineke ra bikaribe bêje bedew teqez pozek mîna yê Maşayê li serê heba; rabûyî û bi defnikên ne mezin. Divê çav jî mîna yên wê mezin û reş, mijgul jî dirêj û nêrîn jî mîna yên wê xembar bin. Çîtikên kesk û çemeke bêdeng çawa li hev bihatana, birh û porên wê yên reş, xingalî jî wisa li gewrîya hinarok û enîya wê dihat. Stûyê spî yê Maşayê û singên wê yên nû-derketî hê nehatibûn ser hemdê xwe, lê ji bo ku tu bikaribî şiklekî bide wan, wilo xuya dike ku divê qabîlîyeteke te ye nuwaze ya afirandinê hebe. We dinêrî, hêdî hêdî ew arzûya ji Maşa ra tişteke bêhempa gotin tê, kubar, bedew, qasê wê bedew.
Di destpêkê da ji ber ku Maşayê qet bala xwe nedida min û her tim li xwarê dinêre aciz û xemgîn bûbûm; te digo hewayeke zahir û bextewar ew ji min diveqetand, û bi çavnebarîyê ew ji min dûr dixist.
Belkî jî ev fikra wê, li gorî min, ji toz û moza ser min, ji reşbûna min a ber tavê, an jî ji ber hê ‘zarobûna’ min bû.
Lê paşê min hêdî hêdî xwe ji bîr kir û ez teslîmî kelecanîya wê bedewîyê bûm. Êdî diltengîya stepan, ya tozê nedihat bîra min, vizeviza mêşan nedihat ber guhê min, tehma çayê nedistand; min tenê hebûna keçikeke bedew a li hemberî min hîs dikir.
Min ev bedewî bi awayeke ecêb hîs dikir. Ev ne hîsa arzûkirina Maşayê, ne zewq, ne jî sermestî bû; ev hîseke giran, xweş û xemgînîyê bû. Ev xemgînî, weke xewneke nediyar û gumanbar bû. Nizanim çima lê, xemgîniyek kete dilê min, ji bo min, ji bo kalikê min, ji bo zilamê Ermenî, ji bo vê keçika Ermenî, weke ku me her çaran jî ji bo jiyanê tişteke gelekî girîng û elzem ku careke din dîtina wê ne pêkan e wenda kiribe, hîs kir. Kalikê min gelekî xemgîn bû. Hetta behsa mêşin û pez nedikir, bêdeng bû bi awayeke ramadar li Maşayê dinêrî.
Piştî çayê kalikê min çû xwe dirêj kir, ez jî derketim hewşê û li ser pêlekan rûniştim. Xanî, weke hemû xênîyên li Baxçî-Salaxê, li cihekî germ bû; ne dar hebûn, ne jî cihekî bisih. Li gel germê dîsa jî di baxçayê mezin ê Ermenîyî ku têda giyayên mîna kelemreş hebûn da şenbûnî û kêfxweşîyek hebû. Nêzî sênceke nizm ku hewşê ji vir û ji wir diveqetîne bênderek hebû. Li derdora stûnê ku li nîvê bênderê bû donzdeh hesp piştî hev baz didan. Piştî wan gundîyekî bi cakêt dirêj û şalwar kin dimeşîya, serê qederekî şeqênî ji qemçîya xwe dianî, û bi dengekî ku bixwaze henekên xwe bi hespan bike û bi serdestîya ser wan qurretîye bike; digot:
– Axxx, Xwedê we nehêle!… Zû, zû…
Hespên boz, spî û belekotkî fêm nedikirin be ma çima li cihekî piştî hev baz didin û pêl genim dikin. Bi dilekî sar baz didan, weke ku vê carê ji wan ne hêza wan hatibe xwestin, dûvên xwe dihejandin bi xeydokî. Bayê ji bin nalê hespan di rengê zêr da ji kayê ewr radikirin û dibirin dûr, piştî sênca. Li ba dêzeyên nû çêkirî, pîrekên gundî di destê wan da tirpan hatibûn ba hev, parxêl dibirin û dianîn. Piştî van dêzeyan, li hewşê dîsa li derdora stûneke weke van hesp baz didan û gundîyekî mîna vî şeqênî ji qemçîya xwe dianî û henekê xwe bi hespan dikir.

Pêlekên ku li ser wan rûniştîbûm germ bûn; ji germe li ser caxên nêrdewane û li ser kevrîkên paceyan reçîne dihelîyan. Di bin sîberên pêlik û panjuran da yosunên tevlîhevbûyî hebûn. Tavê sere min, bersinga min û pişt amin dişewitand. Lê bele min ev germahî hîs nedikir, bi tenê dengên pîyên xwas ên li piştî min, li salonê, li odeyan dihat ber guhê min. Maşa piştî rakirina taximê çayê, ji ber min derbas bû, li dû xwe bayekî sivik û bibehn hişt û çû. Weke çûkekî firîya wê avahîya piçûk ku bêhna mêşineke qelandî û denge Ermeniyekî jê dihat. Ihtîmaleke mezin ew der mitfex bû. Maşa kete hundirê derîyekî tarî, û wenda bû. Ji dêla wê, li ber dêrî, jineke kov a Ermenî, bi rûyekî sor û bi şelwarekî kesk xuya bû. Pîrê ji tiştekî aciz bûbû, nifir dikirin. Piştî demekê, Maşa dîsa ber derî xuya bû. Ji germahîya mitfeqê sor bûbû. Li ser pişta wê nanekî reş î mezin hebû.

Ji ber giranîya nên, ji hewşê heta cihê bêndera laşe xwe hejand û çû. Xwe ji ser sêncê avêt, wek renge zêrîn ê kayê lê hat û piştî erebokan wenda bû. Gundîyê ku hesp bikardianîn qemçîya xwe anî xwarê. Bê deng ma, qasê kêlîyeke li cihê erebokan meyzand; paşê dema ku keçik li ba hespa xuya bû xwe ji ser sêncan avêt çavderîya wê kir, weke ku ji hespan gelekî aciz bûbe; got:
– Xwedê belaya we bide, sabbavno…

Êdî, her denge pîyên wê yên xwas dihatin ber guhê min. Min dît ku bi awayeke ciddî û ramandar ji hewşê derbas dibe. Geh li pişt aba dihişt û ji pelikan derbas dibû, geh diçû mitfeqê, geh ji bênderê derbas dibû, geh jî ji derîyên mezin derbas dibû. Min jî sere xwe geh dizîvirand wir, geh dizîviran wir, bi zorê diketim şopa wê.

Dema ku wisa bi bedewîya xwe ji ber min derbas dibû, ez xemgîntir dibûm. Gunhê min b imin jî, bi wê gundî jî, bi wî gundiyê ku ew bi çavên xwe dişopand jî dihat. Gelo min çavnebarîya bedewîya wê dikir, an jî ji ber ku min zanîbû, ev keç ne ya min e, û wê ti carî jî nebe ya min, û ez li ber çavên we wek xerîbekî me, ez aciz dibûm? An jî ji ber fikra, bedewîya wê ya kêm-tê-dîtin tesadufek e, bi kêrî tiştekî nayê, û weke gelek tiştên li ser dinyayê ew ê jî rojkî xelas bibe? An jî ev xemgînîya min, ew hîsa ku bedewîya rastîn di mirov da peyde dike ye? Xwedê zane!

Min li wir ferq nekir kus ê saet çawa derbas bûn. Min wilo hîs dikir ku, hê ez têrî temaşekirina Maşayê nebûbûm Karpo çûye nehre, hesp şûştîye, û dest bi amadekirina erebe kiriye! Heywanê şil, ji kêfa dihêre, li lingên xwe erd dixeripand.

Karpo:

– Paş vee!

Kalikê min şiyar bûbû. Maşa, bi zîqandinekê derîyên hewşê vekirin. Em erebeyê siwar bûn, ji hewşê derketin. Te digo qey em ji hev xeyîdîne, me qet xeber nedida û em diçûn.

Piştî du an jî sê saetan , wexta li hemberî me Rostov û Nahîçevan xuya bû, Karpoyê bêdeng sere xwe zîvirand û got:

– Bi şeref, keça wî Ermenîyî wek şitleke rihanê bû…

Û şeqênî ji qemçîya xwe anî.

Ji Rûsî: Gulsuma Demir

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın