KEBANİYA KURMANCIYÊ – Bîlalê Xerzî

Gelek sernivîs di hişê min da çûn û hatin; he’ta ya tu li jor dibînî li fikirînên min qelibî. Ez ê ji te re behsa Bîhoka Li Pişt Sînor a Arjen bikim. Arjenê xwediyê sernivîsa li ha! Çîrokeke ji 26 çîrokan e ev berhem.  “Û her çîrok serencama serboriya mirovekî ya di serdemekê de li cihekî bi serê wî de hatiye.” dibêje Arjen û kirasa dê û dapîra xwe li çîrokê dike. Arjen krîterên  çîrokê dide alî û ‘çîrokê’ bi ser adet û adawatên kurmancî da direşîne. Digre bi deste çîrokê li ser cadeyên gund û bajaran bi cizlawêta reş digerîne. 26 çîrok in, 26 bîranîn. Her bîranînek birînek e, li ser her birînekî bilbizekek’ zîl daye. Mirov dikare bibêje 26 xwişk in  – 26 Necla – bi desten hev girtine. 26 zincîrçîrok! Ha ew Arjen e.

Arjen Arî

Helbet mirov nikare bêje hemî ji sedî sed serpêhatiyên wî ne. Lê piştî xwendinê tu bawer dikî ev jiyana wî ye. Qasî ez û tu bi jiyana wî dizanin û em berhem û jiyanê bidin berhev hemû bîranîn in. Delîl gelek in. Ha ji te re yek ji wan: Ji çîroka “Wêneya roja pêncê / Vebirîna suretekî ji suret” beşek: “Weysî begê ku di vê germê de ji tirsa hakim û sawciyan berstûka xwe mîna ku tu benê şenqê bixiyê şidandiye. Li ber deriyê mahkemê berê xwe bi min ve hêla dike û weke hîn kirine bi dengê xwe yî gayî diore: Da .. “  Ha ew ‘Da’ destpêka navê wî yê fermî bû. Ew navê wî yê qasî navê wî yê ‘rastîn’ xweş. Çi bû? Çi bû? Çi bû? Nehat bîra min. Kekê Sîdar  – Jîr-  min serwext dike li ser navê wî yê fermî: “Darûlkeyas Akay” Naxwe ew ne tevn in dibêjî! Mirov bi mînakên wiha pê dihese hemî bi giranî serpêhatî ne.

Di çend çîrokên ewil da min ferq kir Arjen fotrafekî dikêşe. Fotrafa jiyana xwe û yê te. -Her fotraf neynikek e – Her tu li çîrokan kûr dibî, li dema xwe yî borî xûz dibî! Ma bîranîn ne fotraf bin çi ne dibêjî?  Fotraf in ji dema borî di hişê te de mayî. Ne tenê fotrafên bûyeran! Fotrafên qarakteran û civakê jî baş kêşaye. Qarakterên tenê xwedî du sê hevokan tu dizanî çi ne, kî ne, ji çi eslî û ji çi feslî ne! Gava Arjen van potrafan dikêşe ne ji dûr û derva li nav gund bajarên xwe dikêşe. Bi çavên xwe li xwe û çîroka xwe dinêhêre; ne wekî xerîbekî!

Bîhoka Li Pişt Sînor, 2010, Avesta, Stenbol

Zimanê berhemê jî  reş dike reşekî konê koçera ye di bin tavê da qemirî. Govenda li ber teyba ye, tilîlîya xweha zava ye ;carna milanî, carna cotkarî, dengê pahniya qondera ye. Destmalka di destê serê govendê da ji bilî qelema Arjen pê ve ne tiştekî din e. Ziman di destê wî da tizbiyekî karîban e. Gava tizbî dibe mar û di nav pêçîkên wî de diçe û tê şeqaşeq jî ji liba tê! Carna jî para her libê peyvek dikeve; rovî rovî rovî sindik/sere dûvê rovî kindik/rovî çûyê mala xalan/bar kiriye barê daran/hişk e ter e nerm e dar e/bijmêre heger ne bîst û çar e!

Bixwîne eger tu bawer nekî! Serê Tirkiya bi ser wî balgifê nakeve û xwediyê wê balgîfê serê Kurdiya ye.

Hebe nebe êşa sînoran e û bêhna bîhokan e hibra qelema Arjen. Axx êşa sînoran û axxx bêhna bîhokan ..

Dizanim her dibêjim “Arjen” kin dimîne. Lê diwestim gava dibêm Arjen Arî; navekî zêde dirêj e.

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın