SÊ MIRIN (Beşa Yekan) – LEV TOLSTOY

I


Ji demsalan payîz bû. Di rêyeke berfireh da du erebe bilez diçûn. Di ereba posteyê da du jin rûniştibûn. Yek ji wan xanimeke zeyîf û çilmisî bû, ya din xizmetkara wê ya qelew û rûsor bû. Porê xizmetkarê yê kurt û zuha di bin şerpê da xuya dikir. Keçikê bi desten xwe yên terikî ku di lepikên qetiyayî da xuya dikir porê xwe yê ji bin şarpê derketî rast dikir. Pêsîrên wê yên bi stûmalê pêçayî bi bêhnhildanê ve radibû û rûdiniştin, her yek ji pêsîran mîna ku cîwaniya wê ya bijûndar kifş dikir; çavên wê yên gir û reş bi geşî geh di pencere da li derve li zevîyan mêze dikir, geh bimeraq li xanima xwe dinêrî, geh li quncikê erebê. Li ber pozê wê şewqê xanimê yê bi banê erebê ve daliqandî dihejiya, carna li pozê wê diket. Li ser çongê xanimê tûleyek hebû. Lingê wê digihêşt ser qutiya ku li ser zemîna erebeyê bicihkirî. Bi hejîna erebeyê û şînginîya ji caman dihat dengekî bi aheng derdixist, qutîya dihejîya dengekî ku kêm dihate bihîstin derdixist.

Xanimê, destên xwe li ser çokan gihandibû hev, çavê xwe girtibû, balgîh li ber pişta wê bû, hêdî hêdî dihejiya û gava dikuxîya ruyê wê diqurmiçî, li serê wê kefîyeke sipî ya şevê, şarpeyeke şîn li sitûyê wê alandîbû. Xeteke kefîyê porê wê yê zirav û zer di ortê da dixist du şax. Lêvên wê zuha û bêhuzur bûn. Birîyên terwende ne tewandî bûn. Mantoyê wê yê ji çûhayê biha, li ser sîngê wê xetên rast çêkiribû. Çiqas ku çavên xanimê girtî bu jî, ji ruyê wê nexweşî, westandin û êş kişandin kifş dibû.

Lev Tolstoy

Xulam, enişka xwe danîbû ser paldankê, li pêşîyê li tenişta ajovanê erebeyê runiştîbû û diponijî. Ajovanê erebeya posteyê diqîrîya li her çar hespan û car caran dizivirî li eraba paşîyê dinêhêrî.
Asiman di rengê xwelîyê da û hewa sar bû. Mijeke bi ritubet girtibû li ser zevî û rêyan. Di hundirê erebeyê da tevî bêhna kolonyayê germeke fetisok hebû. Jinika nexweş serê xwe rakir, çavên xwe hêdika vekir. Çavên wê yên gir û reng tarî dibiriqîn û gelek rindik xuya dikirin.
-Disa, te ez hişyar kirim, wê got, bi hêrs paltoyê keçika xidmetkar ku hêdika li lingê wê diket bi destên xwe yên zirav û rind avêt alîyê din. Devê wê ji êşê xwar bibû. Matriyoşa bi herdu destê xwe pêşa xwe top kir, rabû li ser herdu lingên xwe yên zexim û xwe da hev û dîsa rûnişt. Rûyê wê bi ciwanîyê sor bû. Çavên reş ên jinika nexweş bi hesûdî lê mêze kir. Bi herdu destên xwe hewl da ku xwe di cihê xwe da rast bike lê quweta wê têrê nekir. Devê wê xwar bû û hemu ruyê wê bi êşeke mezin tirş bu. Nêrîneke ecêb kete ser ruyê wê. – jixwe alîkarîya min neke. Ne hewce ye! Ez bixwe dikarim. Hîç tu wan çiwalên xwe jî nede ber pişta min. Temam dest nedê baştir e. Madem ji te nayê. – Xanimê çavên xwe girt paşê dîsa vekir û li xidmetkarê mêze kir, Matriyuşayê jî lê dinihêrî, lêva xwe ya sor a jêrê gez dikir. Ji sînga nexweşê axînek bilind bû hê axîn neqediya kuxikê dest pê kir. Wexta kuxik derbas bû jinikê disa çavên xwe girt. Bê tevdan di cihê xwe da sekinî. Erebe kete gundekî. Matriyuşayê destê xwe ji bin paltoya xwe derxist nîşana xaçê çêkir.
-Ev çi ye? –Pirs kir xanimê
-Stasyon e xanima min.
-Ewê nabêjim. Çima nîşana xaçê çêdiki?
-ji ber dêrê xanima min.
Nexweşê berê xwe da ber pencerê û nîşana xaçê çêkir, lewma erebe di ber dêreke gundî ra derbas dibû.
Ereba posteyê û ereba din ku hespan dikişand li stasyonê sekinîn. Ji ereba hespan mêrê jinika nexweş û doxtorê wê peya bûn û ber bi ereba posteyê çûn.
-Tu xwe çawa hîs dikî? –doxtor ji nexweşê pirs kir û pê ra jî li tansiyona wê nihêrî.
-Tu çawa yî hevalê min, newestîyayî. Naxwawazî peya bibî?
Matriyoşkayê ji bo ku guhdariya axaftinan neke xwe hinekî da alî.
-Wekê her gavê, got nexweşê. – Ez peya nabim.
Mêrik hinek sekinî paşê ber bi xanê ve çû. Matriyoşayê xwe ji erebeyê avêt, erd herî bû, li ser pêçiyên xwe baz da ber deriyê xanê çû.
-Ez qet ne baş im, lê hûn dikarin herin taştêya xwe bixwin. Nexweşê gote doxtor û di ber xwe da keniya.
-Ez di xema tu kesî da nîn im.– ji halê xwe ra digirîya, di vî kêliyê da dixtor jê dûr ket, ber bi xanê ve çû – kêf kêfa wan e. Wey Xwedê!
-Lê çi bû, Eduward îvanovîç, -got mêrê jinika nexweş çaxê li ber derîyê xanê rastê dixtor hat û bi kêf destê xwe lihev xist. –Min xwarin xwest ji me ra tu çi dibêjî?
-Dibe, bersiv da dixtor.
-Lê halê wê çawa ye? Mêrê nexweşê dengê xwe nizm kir, birîyê xwe rakir û pirs jê kir.
-Min berê jî got. Jinik nagihêje heta îtalî. Bigihêje moskovayê şikir bikin. Nexasim di vê rêyê da.
-Êê, em ê çi bikin? Ax, xwedê! Mêrê nexweşê bi destê xwe çavê xwe girt. –Çi ji destê me tê! Paşê çavê xwe vekir, gazî garsonê ku di ber wan ra diborî kir.
-Divê me jina te qet ji cî tevnedaya. –Bi poşmanî bersivand dixtor.
-Ka bêje min karibû çi bikim. – Mêrê nexweşê bi halê xwe girîya. Ji bo ku ew li malê bisekine çi ji destê min hat min kir. Ew naxwaze tu tiştek seh bike. Li ser jiyana li derveyê welat planan çêdike mîna mirovên sax. Û xeberdana li ser rewşa wê, tê menaya kuştina wê.
-Erê lê ew êdî mirî ye, divê tu vê yekê bizanibî Vasîlîy Dimîtrîç. Meriv bê ceger najî, û ceger jî ji nû ve şîn nabe. Cegera jina te êdî tune. Ev tiştek kambax e lê çi ji destê min tê? Karê min û te ew e ji bo ku demên wê yên dawî aram derbas be çi ji destê me bê divê em bikin. Divê papazekî jî peyda bikin.
-Wey Xwedê! Tu halê min bîne ber çavê wextê ez ê xwesteka wê ya dawî pirs bikim. Çi dibe bila bibe ez ê vê yekê jê ra nebêjim. Ji xwe tu dizanî ew çiqas meriveke baş e…
-Aksiyuşa ax Aksiyuşa! – li quncikekê xanê, li ser kalûlekî keçika xandarî diqîrîya. -Were em biçin li xanima janaziravgirtî binêrin. Min tucar merivekî janaziravgirtî nedîtiye. Dibêjin ji ber nexweşiya zirav yê here derveyê welat.-
Aksiyuşa ji şêmîkê derbas bû. Herdu ketin milê hev derketin derve. Ber bibe erba posteyê ve çûn. Xanimê serê xwe vegerand li wan nêhirî. Lê gava pê hesiya ku herdu keçik lê mêze dikin hers bû serê xwe zivirand.
Wey dayê! – got keçika xandarî. – Çi jineke delal bû lê niha ketîye çi rewşê. Meriv newire lê binêre. Te dît, te dît Aksiyuşa?
-Erê, çiqas ketiye! – Aksiyuşayê gotina wê erê kir. Em herin hinek jî lê binêrin. Çavê wê kuncik bûye. Serê xwe zivirand lê min disa jî ew dît.
“çawa dixwîyê meriv jê ditirsin.”
Xanima nexweş di dilê xwe da wiha fikirî – divê demek zû biçim derveyê welat ku zû sax bim.
-Eee ,Tu çawanî hevalê min? -Mêrê nexweşê nêzikê erebê bû ji aliyekî ve jî nanê di devê xwe de dicût. Nexweşê di dilê da got; “tim eynî pirsê dike û pê ra jî dixwe û vedixwe.”
-Wek xwe me. Diranê jidand ser hev.
-Tu dizanî hevala min, ev rê ji bo te qet ne baş e, naxwazim di vê hewayê da di rê da nexweşîya te zêdetir be û Eduward jî wiha got. Em venegerin?
Jinik hêrs bû deng nekir.
-Hewa xweş bibe, rê jî hinek baş be em ê wê çaxê derkevin rê. Hem tu jî dê baştir bî. Em ê wê çaxê bihev ra herin.
-Min bibexşîne. Divê min berê da guh neda te. Naxwe ez ê niha li Berlînê bûma û ez ê jî baş bûma.
-Ez çi bikim meleka min, derfet tunebû tu jî dizanî. Lê niha tu mehekê li ber xwe bidî tu yê baştir bibî. Ez ê jî kar û barê xwe biqedînim. Paşê em ê zarokan jî hildin…
-Zarok wekî dendikê sîrê ne lê ez ne li ser xwe me.
-Lê delala min rewşa te yê di vê hewa serma da û di van rêyên da xerabtir bibe, qet nebe li malê…
-Li Malê çi?… Li malê bimirim? – bi girî bersiv da jinikê. Peyva “mirinê” jinik tirsandibû. Bê çare li mêrê xwe nihêrî. Mêrik ser xwe ber bi jêr kir û nema deng jê derket. Devê nexweşê mîna devê zarokekî lerizî û hêsir ji çavên wê hatin xwarê. Mêrê wê stûpêça xwe li stûyê xwe aland û ji erebeyê dûr ket.
-Na, ez ê herim. – got nexweşê, çavê xwe ber bi asîmanan rakir û destên xwe gihand hevdu û dia kir.–Xwedayê min çima? Çima tu diêşînî vê evda xwe ya belengaz? Got jinikê û hêsir ji çavên wê dibarîya. Jinikê demek dirêj û bi keder dia kir lê sînga wê gelek diêşiya û ditengijî.

Hewa hêdî hêdî tari dibû. Zevî û rêyên di nav herîyê da, mal… di nav xumamê da winda dibûn. Dengê merivên ku bi vir da wê da bazdidan di nav xumamê da winda dibûn, diçûn…

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın