LI SER “ROJNIVÎSKA SPINOZA” – Selamî Baran

Rojnivîska spinoza romana Şener Ozmen a yekem e, roman bi şêwazeke postmodern hatîye nivîsandin û mekan jî çar parçeyê Kurdistanê ye.
Şener Ozmen romana xwe ji çar stûnên (leheng) Kardox ava kirîye, ji bakur Yasînê Zexî(Hezex), ji başûr Peymana Xoyî(Zaxo), ji rojhilatê Simkoyê Badî(Mahabad) û ji rojavayê jî mamoste Helbestê Dêyî(Amûdê) û her stûnek jî perçeyeke Kurdistanê ne.

Şener Ozmen, nivîskar, werger, hunermendê hunera hevçax û rexnegirê hunerê. Di sala 1971an da li Hezexa Şîrnexê ji dayîk bûye. Di sala 1998an de Beşa Perwerdahîya Nîgarkeşîyê ya Fakulteya Perwerdahîyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kiriye. Şener Ozmen ji nivîskarîya tirkî berê xwe ber bi behra kurmancî kiriye û bi salan e berhemên baş li kurdî zêde dike.

Roman “Rojnivîska Spinoza” bi jêgirtineke(ramana sereke) Ulus Baker ji pirtûka Spinoza Geometrîya Jîyanê wiha destpêdike “Rahib û zordest, hestên keserkûr diçînin bi hev re; “tirs” û “nefret”, lê di heman demê de “hêvî”, “pêbawerî”, û ” xwazîpêanîn”… ji ber ku dê tu desthilatderîyekê sîyasî nikaribe hebûna xwe bi tenê li ser tundî , zordarî û tirsê bide ajotin, mecbûr e ku berê xwe bide hestên “hevîyê”, û “pêbawerîyê”. Ji ber vê yekê ye ku Spinoza, berevajîya hemû feylosofan, bûye yekem feylosofê ” demokrat.”
Nivîskar rexneyên xwe wekî guleyan dibarîne mîrovê olî, mabedan, dezgeh û sazîyên sîyasetê û sîyasetmedaran.

Şener Ozmen

Pirtûk bi vegera Yasînê zexî (nîgarvan) destpêdike, Yasîn ji destê dost û dildara xwe tê xapandin û gava ku hay jî vê xapandinê dibe dev ji zanîngahê berdide û ji ber evîneke têk çûyî direve, vedigere Zexê, lê belê bavê wî Serwet beg dikeve pêsîra Yasîn û bêhnê lê teng dike, êdî Yasîn jî qayîş li ber malbatê dikişîne û deq bi deq wûha dinivîse;
“Ji kurê we yê ku terka zanîngehî kirîye:
1- Vereşîn çalakîyeke mirovahîye, çu hêz nikare qedexe bike.
2- Divê ez rojê, bi kêmanî du caran serê xwe bişom û nayîna avê ne pirsgireka min e.
3- Xweştirîn û balkeştirîn fîlm piştî nîvê şevê tên nîşandan û wekî ku hun dizanin, ez bi rojê karên xwe yên hunerî û rewşenbîrî dikim. Çu hêz nikare min ji bo yekê gunehbar bike.
4- Ez bi vê tilînivîska ku min bi deyn standîye bi tenê helbestan dinivîsînîm, ne belovokên ziravqetên.
5- …
6- …
7- Heta ku ez li Zexê me, ez ê tekîlîyên xwe yên bi koçerên Zexê re qut nekim. Sedema vê yekê ji min nepirsin.
8- Ma çi gû di sarincoka we de heye ku hun bêbextîyan li min dikin? Şêrm e, şerm!
9- Min çend kasik ji mastê we yê tirş xwarîye , vê yekê mekin meseleya namûsê.
10- Xewa nîvro ji bo xewnsazî û xewndîtînê ye. Çu hêz nikare min ji xewnsazîyê û xewndîtînê mehrûm bike.” (r.16)

“Ne tava Zexê û ne gul û kulîlkên li baxçe, ne pirtûk û ne jî nîgar û helbestên romantîk nebûn dermanê birîna wî. Zex û derman!? Zex û romantîzm!?” (r.17)
Yasîn di şeveke tarî da çend pirtûkên hunerî û felsefî dixe çenteyê xwe û dibêje “Ez va çûm yadê… Şîr û şiîrê xwe li min helal ke…” (r.19) ji vir jî derbasî binxetê dibe.
“Bi dû çûna wî re tofan li Zexê rabû…”
Peyva Nebî Nuh bû, dîgot “nebe ku Zexî têkevin keştîyê!” (r.19)

Naveroka pirtûkê lehengên kardox û tekîlîya wan bi dildarên wan re dest pê dike û didome ha didome em xwendevan tê nagihin ku meseleyên diqevime ji kîja hêlê va li ser hûr bibin.
Her çiqas mesele û bûyer li ser têkîlîya dildaran be jî nivîskar bi hostetî serdestîya netewekî li ser neteweyeke bindest, serdestîya bav li ser kur, serdestîya cîvakê bi destê mêr, bi destê bav, bi destê bira, li ser jinê tê kirin ango dî têkîlîya zayendî da serdestîya mêr di romanê da rexne dike.

Rojnivîska Spinoza, 2016, Lîs, Diyarbekir

Em tênagihin Spinoza û Simko çawa tên ber hew lê, em dibînîn ku her du lehengên romanê çîroka xwe ji hev re vedibêjin, Simko lehengekî derûnîya wî xerabûyî ye û ji her tiştî dikeve şikê û xwe jî wilo îfade dike: “Şikê ji her tiştî dibim heke mesele evîn be, nikarim bi ponijînên xwe birayê min û mafê kesî tune ye ku min ji ber vê yekê gunehbar bike” (r.122)
Nexwe her evîneke têkçûyî yan dibe birîn yan jî dibe mirin ji bo evîndarê têkçûyî ne wilo?

Her çiqas çiroka lehengan cuda cuda bibin jî, di dawîya romanê de hemû lehengên sereke têk diçin, jixwe wêjeya dinyayê ya postmodern da jî kêm zêde wilo ye.
Cudahîya Şener Ozmen ji nivîskarên postmodern ev e ku, tûrikê wî xweş têr û tijî ye û gotin û peyamên xwe geh ji devê feylosofekî geh ji helbesta nivîskarekî dibêje, geh jî ji devê stranbêj ango hunermedekî dibêje û xwendevanan mest dike.
Nivîskar bi vê berhema xwe, di wejeya kurdî da qesreke bêhempa, bingeheke hêja ava kirîye,

Şener Ozmen bi “Rojnivîska Spinoza” gaveke xurt avêtiye qada edebiyata kurdî. Nivîskarekî mîna Şener Ozmen ji bo edebiyata kurdî avantajeke, bi hêvîya ku gelek salan berhemên hêja bide.

Yorum bırakın

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın