LI SER DESTANA MEMÊ ALAN – Qadir Temîz

Destana Memê Alan ji bo kurdan xwedîyê nirxeke neteweyî ye, ne tenê destana Memê Alan hemû destan ji bo gelan wisan in. Ez dixwazim pêşîyê qala girîngiya destanan bikim. Çimkî destan ji bo me tev neteweyan pir girîng e. Çanda miletan, dîroka miletan ji rabirdûyê heta sîberojê heta îro bi dengbêjan, bi bav û kalan,... Continue Reading →

LAWJEYA MIRINÊ – S. Serhedî

Pirs û girêkên koçberan di roman û çîrokan da ne întibaqkirina wan e, jîngeha nû û çandî ya kevn piranî ne di heman rêyê da ne, sedem, armanc û cureya koçberîyê her çi be, û kîngê biqewime wan ji welatê wan dûr dixe. Ew ên ku terka welatê xwe kirine, lê di vir da bi... Continue Reading →

LI SER ROMANA PÎREWERGÊR – Aysel Tabak

Roman ji du cîldan pêk tê. Di cîlda yekem da Pîrewergêr, behsa rêwitiya Pîrewergêr ber bi Romayê ve dike. Ya diduyan Naqosên Romayê, behsa serpêhatiyên wergêr yên li romayê dike. Ezê behsa cilda yekan bikim Cilda yekem, Pîrewergêr, ji heft beşan pêk tê. Van heft beşan di nav heft rojan da Pîrewergêr vedibêje, Yunusê Arnavud... Continue Reading →

LI SER DÊ Û DÊMARÎYÊ – H. Ronak

Di edebiyata kurdî da gelek berhem hene binberkirî mane. Van salan ew berhem yek bi yek bi rûyê erdê dikevin. Bi xêra vê yekê em jî ji deryaya kurdî tehmên cûr bi cûr ditehmijin. Yek ji wan berheman Dê û Dêmarîya Egîdê Xudoyî ye… Romana "Dê û Dêmarî"yê di şeveke zivistana sala 1942an da dest... Continue Reading →

DI BÎRÊ DA RÊWÎTÎYEKE BIÊŞ

Bi navê romanê ve xuyaye nivîskar bi peyva "Bîr"ê ve dest pê dike û wisa jî didome, lê ew Bîr her tim li nava hişên xwendevanan de diçe û tê, diçe û tê, diçe û nayê. Heft beşan ve pêkhatîye, lê her beş ne bi serê xwe ye, divê heke xwendevan pirtûk hilda destê xwe... Continue Reading →

ÇEND GOTIN LI SER BELQITÎYA XURŞÎD MÎRZENGÎ – Selamî Baran

Romana Belqitî bi şêwazeke sosyolojîk hatîye nivîsandin, salên piştî avabûna Komara Tirkîyeyê rewşa gundî û bajarîyan, zilm û zora li ser kurdan û qedexekirina zimanê kurdî bi awayekî eşkere berpêşî xwendevanan dike, feqîrî û belengazîya cîvatê, zilm û zordarîya hikûmatê û qolçîyên şaredarîyê eşkere tîne ber çavên xwandevanan. Ev zilm û zordarîya ku li kurdan... Continue Reading →

SERENCAMA RÊWÎTÎYEKÊ – Qadir Temîz

Em, berîya her tiştî dikarin bibêjin di romanên Kurdî da piranî li ser çi tê sekinandin û bo hêjayîya berhemê kîjan mijar û armanc wek pîvan têne hesibandin. Belê, di romanên Kurdî da mijar bi piranî dîrok, hestên evîndarîyê, çand û folklora kurdan, pêşeroj, dem çawa tê û diçe bi sedemên nivîsîna vê romanê û... Continue Reading →

DÎMENEKE DAWÎ JI STÛNA KURDÎ – S. Serhedî

EHMEDÊ XANÎ Mîrname li ser beşeke jîyana Ehmedê Xanî û kesên serdema wî disekine. Bi rastî li vir ji jiyana wî beşeke tekûz nayê vegotin, bûyerên giringên romanê di rojên wî yên dawî da dibuhirin, lê her lehengek serpêhatiya xwe ya ligel Xanî vedibêje-vedigêre û bi vî awayî xwîner hem dibe şahidê jîyana wî hem... Continue Reading →

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın